Li dijî Îranê êrîş: Kuştî û birîndar hene

Hat ragihandin ku, di encama êrîşa hewayî ya DYE û Îsraîlê yên li ser Tehranê de kuştî û birîndarî hene. Her wiha tesîsa droneyê hat îmhakirin.

Çapemeniya Îranê ragihand ku di êrîşên îro yên DYE û Îsraîlê yên li ser Kerec, Ûrmiye û Bender Ebasê û li ser gelek deveran de kuştî û birîndar çêbûne. Hate diyarkirin ku li dijî Tehranê 5 êrîş hatine kirin.

Televîzyona fermî ya Îranê, ragihand ku di êrîşa li Bender Ebas a li dijî stasyona radyoyê de kesek hatiye kuştin û li herêma Xerem Ebad û hin deverên din jî birîndar û zirarên madî yên mezin çêbûne. Televîzyonê, ragihand ku lêgerîna li kesên di bin kavilan de mane, dewam dike.

Wezîrê karên derve yê Îranê Ebas Eraqçî, ji bo rawestandina êrîşan banga destwerdanê li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kir, her wiha bang kir ku aliyên êrîşkar neçar bikin ku tawîzan bidin û tesîsên nukleerî yên Îsraîlê bixin bin çavdêriya navneteweyî.

Li aliyekî din Fermandariya Navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ragihand ku wan li Îranê kargeheke hilbrerandina motorên dronan a ku Pasdarên Îranê di êrîşên xwe de bi kar tîne, îmha kiriye.

Serokê DYE’yê Donald Trump gef xwaribû ku eger Îran Tengava Hurmuzê di nava 48 saetan veneke dê li tesîsên enerjiyê yên Îranê bixe.

Îmaratê, jî ku di vî şerî de dibe hedef, ragihand ku wan mûşek û dronên Îranê asteng kirine. Her wiha îşaret pê kir ku parçeyên mûşekekê li Ebû Dabiyê ketine û hin kes bi sivikî birîndar bûne.

Erebistana Siûdî, jî da zanîn ku Riyad bi 2 mûşekên balistîk hatiye hedefkirin û da zanîn ku mûşekek hat xist û ya din li herêmeke vala ket.